Bira Pêrgî Hêv Tên

Bira Pêrgî Hêv Tên

Pirtûka Pîroz, Destpêk, Beşên 32., 33., 35:1-7

Ez ne layiqê hemû qencî û baweriya ku Tu nîşanî min didî. Wexta ku ez ji Çemê Şerîayê derbas bûm ji bilî gopalekî tu tiştê min tune bû. Niha ez bi du arteşan vegeriyam.

Di rêwîtiya dirêj de her kes bextewer bû. Ew ber bi xaka ku Xweda soza wê ji Brahîm û neviyên wî re dabû ve diçûn. Tenê tiştek dikir ku ew bi mitale bibe. Gelo wexta ew gihîştin wê derê Esaw wê çawa wan pêşwazî bike? Aqûb dizanibû ku Esaw dixwaze wî bikuje. Ji ber vê yekê ew ditirsiya ku Esaw wî û zarokên wî bikuje.

Aqûb bihîst ku Esaw çar sed zilam dane hev û wê pêşwaziya wî bike. Wî nizanîbû ku çi bike. Ew wisa fikirî, "Heke Esaw hewl bide zirarê bide min, serê min wê têkeve belayê." Ew nikarîbû bireve, ji ber ku ne pêkan bû ku bi kerî, jin û zarokên xwe re bi lezgînî tevbigere. Herwiha têra wan zilam nebûn ku parastina wan bikin.

Tişta yekemîn ku Aqûb kir wî keriyên xwe kirin du beş û komek li pêş rê kir. Aqûb ji kurên xwe re wiha got: "Heke Esaw êrîşî wan bike, wî wextî ez ê bizanibim ku ew hê jî li hemberî min bi hêrs e. Herçiqasî be yên ji komê mayî wê bikarin birevin." Aqûb bi koma yekemîn re bi rê ket. Wexta bû şev Aqûb hinekî ji konan dûr ket û wisa dua kir,

"Xwedêyo ez ne layîqî hemû qencî û baweriya ku Tu nîşanî min didî. Ez ji Te lava dikim ku Tu min û malbata min biparêzî. Nehêle ku Esaw me bikuje. Ji ber ku Te soz ji min re da ku Tu yê min biparêzî û vî welatî bidî zûriyeta min. "

Sibeha din ji bo birayê wî Aqûb pêşwazî bikin Esaw xulamên xwe bi sî heştiran rê kir. Wexta ew derketin rê Aqûb bi du sed miyî û komeke xulamê xwe rê kir. Piştî demeke kurt navber xist nav wan û dewar, bizin û ker rê kirin. Ajal wê weke diyarî bidana Esaw. Aqûb wisa difikirî: "Heke Esaw diyariyan yeko yeko werbigire wî çaxê ku em pêrgî hevdûn hatin ew ê bi min de hêrs nebe."

Aqûb bi diyariyan re hemû zilamên xwe şandibûn hevdîtina Esaw, lêbelê tu pêjn ji Esaw nehatibû. Dema bû êvar, her kes di xew re çû. Aqûb di nîvê şevê de rabû

malbat û keriyên xwe yên pez di çemê ku di newala diherihî re derbas kir. Dema ew li aliyê din ê çem bû, yek hat cemê û pê re kete şer û gemşeyê. Ev ferişteyekî Xweda yê di dilqê mirovan de bû. Demeke dirêj ew bi hevdûn ve man û şer kirin. Aqûb ji bo parastina xwe bi hemû hêza xwe şer kir. Mêrik bi xwe hisiya ku nikare zora Aqûb bibe û wî li erdê bixîne. Ji loma wî li kemaxê Aqûb xist. Aqûb nikarîbû

gelemşeyê bike lêbelê dîsa jî wî mêrik berneda. Hevrikê wî wisa got: "Bela xwe ji min veke ku ez herim. Wextî bibe sibeh."

Lê Aqûb ew berneda jê re wisa got, "Pêşî tu min pîrozwer bike." Mêrik pirsî, "Navê te çi ye?"

Aqûb jî got, "Aqûb e."

Zilam wisa got, "Êdî navê te ne Aqûb e lê Îsraîl e. Ji ber ku tu bi Xweda û mirovan re ketî şer û gelemşeyê û te zora wan bir."

Aqûb got, "Ji kerema xwe, tu jî navê xwe ji min re bibêje." Lê wî negot. Piştre Aqûb têgihîşt ku kesê pê re ketiye şer û gelemşeyê ne mirovek lê Xweda bi xwe bûye. Ji ber vê yekê Xweda Aqûb pîroz kir. Roj hilat û yê biyanî jî ji holê wenda bû. Aqûb hêdî hêdî rabû ser xwe û wî amadekarî kir ku ji çemê avnizm derbas bibe. Lingê wî dikuliya ji ber ku kemaxê wî diêşiya. Di demeke nêz de, Aqûb gihîşt malbat û keriyên xwe. Wî ji dûr ve dît ku hinek ber bi wî ve tên. Yên ku dihatin Esaw û xulamên wî bûn. Aqûb bi tirseke mezin nêzî wan bû û heft caran wî xwe li ber van avêt erdê. Ev nîşaneya rêzdariyê bû. Lê Esaw rabû ew himbêz kir û maç kir û got:

"Aqûb ez bi hevdîtina te çiqas kêfxweş im!"

Bîna Aqûb fireh bû. Êdî Esaw pê de hêrs nedibû! Aqûb kêfxweş bû ku dilê birayê wî lê nerm bûye. Ji Xweda xwestibû ku helwesta Esaw biguherîne û Xweda jî duayên wî qebilandibûn.. Her du bira ji kêfan giriyan.

Wexta Esaw, Rahêl, Lea û zarok dîtin, ji wî pirsî, "Ev ên bi te re kî ne?"

Aqûb got, "Ev zarokên ku Xweda dane min." Rahêl, Lea û cariyeyê li ber Esaw serê xwe danîn. Piştre Esaw ev pirs kir:

"Keko ma te çima ev keriyên li ser rê ji min re şandine? Jixwe ên min jî gelek in, bila ew li cem te bimînin."

Lê Aqûb israr kir û got, "Ji kerema xwe tu van weke diyariyekê qebûl bike. Xweda bi awayekî comerdane her tişt ji min re bexşand. Ez xwedî her tiştên ku pêwistiya min pê heye."

Ji ber israra Aqûb, Esaw diyarî qebûl kirin. Esaw ji birayê xwe re got, "Em bi rê bikevin."Lê Aqûb wisa bersivand: "Ez nikarim pir bilez bi rê ve herim. Zarok westiyayî ne, gelek berx û karikên min hene. Heke ew zêde bilezînin ew ê hemû bimirin. Aqûb bi Esaw re neçû. Esaw vegeriya cihê xwe. Ev der ji axa Kenanê dûr bû. Lê Aqûb Çemê Şerîayê derbas kir. Li axa Kenanê ya nêzî bajarê Şekemê bi cih bû. Li wê derê konên xwe vedan, qurbanîgeh çêkirin û ji Xweda re dua kir.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Tirsa Aqûb a herî mezin li ser rêya malê çi bû?

  2. Birayan çawa hevdû pêşwazî kirin?

  3. Navê nû yê ku dabûne Aqûb çi bû?

13. Bira Pêrgî Hêv Tên00:00 / 07:33