Aqûb li Welatekî Biyanî

Aqûb li Welatekî Biyanî

Pirtûka Pîroz, Destpêk, beşên 29 û 30, 31:1-12

Aqûb bi rêya xwe de çû û gihîşt welatê neteweyên rojhilatî

Di dawiyê de Aqûb gihîşt xaka xizmên xwe yên ku lê dijîn. Ji şivanan pirsa xalê xwe Lavan kir. Wan got, "Belê, em wî nas dikin. Ma tu keçika li ber miyan dibînî?

Navê wê Rahêl e, keça Lavan a herî biçûk e."

Ji loma êdî Aqûb dizanîbû ku ew hatiye dawiya rêwîtiya xwe. Wî bi awayekî bêdeng spasiya xwe ji Xweda re kir. Wî alîkariya Rahêlê kir ku ji bo pez ji bîrê avê bikişîne. Rahêl gelekî xweşik bû, Aqûb ev ferq kir. Lê wî hê jê re negotibû bê ka ew kî ye. Rahêlê jê pirsî, "Tu çima alîkarîya min dikî?"

Aqûb ev bersiv da: "Berî niha bi demeke dirêj meta te Rebeqayê ji bo bi yekî ji axa Kenanê re bizewice ji vir derket."

Rahêlê got, "Ez dizanim. Bavê min ji min ra qala vê kir. Lê tu kî yî?"Aqûb bersiv da û got, "Ez Aqûbê kurê Rebeqayê me."

Rahêlê bi kelecanî got, "Naxwe tu mixaletiyê min î. Tu bi xêr hatî!"

Çawa Lavan bihîst ku Aqûb hatiye bi lezgînî çû pêşwaziya wî. Wî got, "Were mala min, bibe mêvanê min."

Bi hatina Aqûb re atmosfera mala Lavan veguherî ya şahiyekê. Sifreyeke şahiyê hat danîn û Aqûb bi dirêjahî behsa jiyana xwe ya li mala xwe kir. Wî behsa bavê xwe yê kor Îshaq û dayika xwe Rebeqayê ku hîn baş bû kir. Wî behsa wergirtina pîrozweriya nixûriyê ya ji bavê xwe û birayê xwe yê cêwî kir. Lavan jê wisa pirsî, "Ka ji min re bibêje, ma bavê te destûr da ku tu berê xwe bidî vê rêwitiyê?"

Aqûb got, "Belê, wî ez şandim. Divê ez li vir ji xwe re hevjînekê pêde bikim."

Wexta wî ev got kir rûyê wî ji fediya sor bû û awireke bi wate ji Rahêlê veda.

Piştî mehekê Lavan ji Aqûb pirsî bê ka ji bo karê xwe çiqasî dixwaze. Aqûb berî niha li ser vê fikirîbû. Wî wisa bersiv da: "Heke mirovek bixwaze bizewice divê nexta xwe bide cenabê xezûrê xwe yê yekta. Ez dixwazim bi Rahêlê re bizewicim. Lavan, heke ez heft salan ji bo te bixebitim ma tu yê vê weke nexta Rahêlê qebûl bikî?"

Bi kenekî li ser rûyê xwe Lavan serê xwe bi erênî hejand û got:

"Helbet! Ji dêvla ku keça min bi yekî din re bizewice ez ê bixwazim bi te re bizewice!"

Bi vî awayî Aqûb ji Lavan re heft salan xebitî. Dem derbas bû û di dawiyê de roja ku ew li bendê bû hat. Di dawetê de rûyê bûkê bi giştî bi pêçiyê hatibû nixumandin. Ev yek ji nerîta wê demê bû. Herwiha sibeha dawetê Aqûb karîbû rûyê jina xwe ya nû bibîne. Dema ku pêçî ji ser rûyê wê rakir, ew şaş ma ji ber ku ew jina pê re zewicî ne Rahêl bû, lê xwişka wê Lea bû! Yekser ew ber bi Lavan ve bi lez û bez çû. Wî bi qîrewîr wisa got, "Ev tê çi wateyê? Ez heft salan xebitîm, ne ji bo Leayê, lê ji bo zewaca bi Rahêlê re. Te derew li min kir!"

Lavan got: "Li vir adeta me wisa ye. Heta ku keça mezin sekinîbe, keçika biçûk nazewice."

Aqûb kabokên xwe danîn erdê û dest bi girî kir. Wê demê ew têgihîşt ku xapandin tiştekî çilo ye. Lavan ji Aqûb re got, heke tu heft salên din bixebitî, ez ê bihêlim ku tu bi Rahêlê re bizewicî. Wê demê mêrek dikarîbû bi ji jinekê zêdetir re bizewice. Ji bo vê jî Aqûb ev teklîf qebûl kir. Piştî hefteyekê daweteke din çêbû, lêbelê vê carê bê xapandin. Aqûb, jina ku jê hez dikir bi Rahêl re zewicî. Aqûb heft salên din jî ji bo xezûrê xwe xebitî. Dema ku wext qediya, karê xwe yê ji bo Lavan dewam kir. Lê êdî ji bo nextê nedixebitî. Gelek keriyên wî yên pez, bizin û dewarên wî çêbûn. Keriyên wî ji yê Lavan jî pirtir bûn. Wekî din, duwazdeh zarokên wî, yanzdeh kur û keçeke wî çêbûn. Xweda pê re bû û her tim jê re dilovan bû. Lê di demeke kurt de Lavan û kurên wî ji dewlemendiya wî hesidîn. Aqûb ev ferq kir. Ji ber vê yekê, Xwedê gazî Aqûb kir ku vegere mala bavê xwe cem malbata xwe.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Çawa Aqûb û Rahêl hevdû nas kirin?

  2. Çawa Lavan Aqûb xapand?

  3. Çima kurên Lavan helwesta xwe ya li pêşberî Aqûb guhertin?

12. Aqûb li Welatekî Biyanî00:00 / 06:19